| efrin.net |
| 01.06.2007 |
Îro roja înê, di 01. 06. 07-an de, di nexwaşxaneya Dr Sebrî de(Efrîn), Hunermendê Kurd Adîk ji nav me bar kir û xatrê xwe ji Kurdaxê, ji Koran her weha ji 101 salan xwezt, Koran li ser giriya, Kurdaxê şînî girêda, termê wî çû gorê, lê kela tenbûra wî di hunavên gelê Kurd da ma.
- Adîk Hesen Necar ji Gundê Koran bû, di herêma Kurdaxê(Efrîn) de, bi lêdana Tenbûrê pir bi navûdeng bû, yek ji taybetmendiyên –rihmelê- wî tenbûra xwe ya 16 perdeyî ji koka darên çiyayê Kurdaxê çê kirî bû, di lêxistina Tenbûrê de Rîş bikar netanî tenê bi pêçîkên xwe Tenbûr lêdida.
Xwedê bi dilovaniya xwe şa bike, ciyê wî bihuşt be.
| | | |